Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê sibe ​sala nû ya xwendinê dest pê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, sibe sala nû ya xwendinê dest pê dike. Îsal jî weke salên berê, dê zarokên Kurd li Bakurê Kurdistanê, ne bi zimanê Kurdî lê bi zimanê Tirkî bixwînin.

Sala xwendinê ya 2022-2023 li gorî plana Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê, sibe Duşemê 12ê Îlona 2022ê destpê dike.

Li gor amarên Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê bo sala 2021-2022, hejmara xwendevanan li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê li dibistanên seretayî, navendî û amadehiyê   derdora 19 milyon xwendevan in.

Di sala nû ya xwendinê de jî 1.2 milyon mamoste li tevahiya dibistanên hikûmî û taybet kar dikin.

Li gor wezareta Perwerdê li dibistanan 60 hezar karmendên paqijiyê jî hatine erkdarkirin û di çarçoveya amadekariyên sala nû ya perwerdê ji dibistanan re 3,1 milyar lîre  budçe hatiye şandin.

Her wiha îsal 1450 pêşdibistanên nû û 10 hezar û 200 polên pêşdibistanê hatine vekirin. Wezareta navborî  plan dike ku heta dawiya salê zêdeyî 3 hezar pêşdibistanan veke.

Tevî ku li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê zimanê dayikê yê zarokên Kurd Kurdî ye, lê ew dê îsal jî bi zimanê biyanî bi Tirkî perwerde bibin.