Tirkiye: Hêzên Yunanistanê gule li keştiyeke xizmetguzariyên Tirkiyê reşandin

11-09-2022
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Yunanistan Keştî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Ewlekariya Peravên Tirkiyê ya ser bi Wezareta Navxwe ragihand ku tîmên Ewlekariya Peravên Yunanistanê, li avên nêzîkî Girava Bozcaada keştiya bi navê Anatolian ku ala Komoros li ser bûye gulebaran kirine.

Fermandariya Ewlekariya Peravên Tikriyê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku di 10ê Îlonê demjimêr 13:27an de keştiya Xizmetguzariyên Trafîka Keştiyên Çanakkale ya bi navê Anatolian Ro-Ro ku ala Komoros li ser bûye, 11 mîlên deryayî li bakurrojavayê Girava Bozcaada, rastî êrîşa bi gule ya 2 endamên Hêzên Ewlekariya Peravên Yunanîstanê hatiye.

Her wiha di daxuyaniyê de tê gotin ku li ser agahdarkirinê 2 botên Ewlekariya Peravên Tirkiyê çûne cihê bûyerê lê piştî wê Hêzên Ewlekariya Peravên Yunanîitanê ji vir çûne.

Di daxuyaniyê de her wiha tê gotin ku di keştiyê de 18 kes hebûne ji wan 6 welatiyên Misir, 4 Somalî, 5 Azerbaycan û 3 welatiyên Tirkiyê bûne. Di encama vê êrîşê de ti ziyan çênebûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst