Parêzerê Malbata Dedeogullari: Em nîgeran in ji wê belge û delîlên derbarê dozê de bên jinavbirin

11-09-2021
RÛDAW
Nîşan Malbata Dedeogullari Abdurrahman Karabulut
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerê malbata Dedeogullari ku 30ê Temuza 2021ê li navçeya Meram a Konyayê di êrîşeke nîjatperestî de 7 endamên wê malbatê canê xwe ji dest dabûn, li ser hesabê xwe yê Twitirê derbarê doza de malbatê de daxuyaniyek belav kir û got “Em nîgeran in ji wêya belge û delîlên derbarê dozê de bên jinavbirin."

Parêzerê Malbata Dedeogullari Abdurahman Karabulut doh 10ê Îlona 2021ê derbarê doza Malbata Dedeogullari de ku têde 10 kes ji ber tawanê kuştina bi qest tên darizandin daxuyaniyek belav kir.

Karabulut di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê da ku wan çendîn car ji bo bidestxistina tomarkirinên kamerayan û  peyamên koma whatsabê ku beşeke komkujiyê li ser wê komê hatibû organîzekirin, serî li dozgeriyê dane û got “Tevî serlêdanên me yên devkî û nivîskî bi ti awayî peyamên koma whatsabê û tomarkirinên kamerayê yên derbarê komkujiyê de bi me re nehatine parvekirin.”

Abdurahman Karabulut berî niha 1ê Tebaxa 2021an de jî,   derbarê delîlên wê  êrîşê de bi heman awayî daxuyaniyek belavkiribû û gotibû “Me ji dozger qeyda kamerayê xwest, lê wan neda. Du demjimêran şûnde, qeyd li ser A Haber hat weşandin. A Haber ji videoya 45 xûlekî, beşeke yek xûlekî weşand û hewl dide ku têgihîştinek çêbike ku kujer ji bo xwe biparêze teqe kiriye.”

Parêzerê malbatê tekez kir ku bi vê yekê mafê wan ê parastinê tê binpêkirin û got “Em nîgeran in ji wêya belge û delîl bên jinavbirin.”

Êvara roja Înê 30ê Tîrmeha 2021ê li navçeya Meram ser bi parêzgeha Konyayê ya Tirkiyê, nijadperestên Tirk êrişî malbateke Kurd kirin û di êrişê de Yaşar, Îpek, Serpîl, Serap, Sîbel, Metîn û Bariş Dedeogullari 7 kes ji endamên wê malbatê hatin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst