Ji ber rêya trafîkê pevçûn derket: 3 kuştî û 5 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tarsusê ya parêzgeha Mêrsînê di pevçûna du aliyan de 3 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn.

Li Taxa Sucularê ya Tarsusê îro li pêş restorantekê ji ber rêya trafîkê nîqaş derket û her du aliyan bi demançe û tifingan êrişî hevûdu kir.

Di encama pevçûnê de 3 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên cuda yên Tarsusê.

Hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.