Polîsan bi ser daweta Kurdan de girt: 5 kes hatin desteserkirin

11-08-2024
RÛDAW
Nîşan Stenbol Dawet Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê ragihand ku şeva borî li navçeya Esenyurtê polîsan bi ser daweta malbateke Kurd de girtiye û ji ber sitranên Kurdî û govendê 5 kes hatine desteserkirin.

Rêxistina Stenbolê ya DEM Partiyê derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî vîdeoyek belav kir.

Herwiha rêxitinê ragihand ku şeva borî hêzên ewlehiyê li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê bi ser dawetekê Kurdan de girtiye û di encam de 5 kes desteser kirine.

Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê di daxuyaniya xwe de got:

“Ev dîmen, dîmenên tehemûlnekirina Kurdan, zimanê Kurdî  û dawetên Kurda ne.

Li Esenyurtê malbata Karçik li kolana xwe dawet dikirin lê bi dehan polîsên fermî û sivîl bi ser de girtin û 5 kesên xwediyê dawetê desteserkirin. Emê vê êrişê bişopînin.”

Ev demek e li gelek parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hinceta "propagandaya PKKyê" gelek ciwan ji ber gerandina govendê hatin desteserkirin û cezakirin.

Herwiha hatibû îdîakirin ku li parêzgeha Wanê jî çêkirina dawetan dê bi destûrê bê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst