Kalekî 70 salî 4 kes kuştin û xwe radest kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şarkikaraagaçê ya bajarê Ispartayê yê Tirkiyeyê kalekî 70 salî bi çifteyê 4 kes kuştin.

Li gundê Hasanderesî yê Şarkikaraagaçê, doh di navbera H.Tyê 70 salî û kesên bi navê O.K., Î.K., A.K., û B.D. de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

H.T. bi çifteyê her 4 kes kuştin û xwe radestî hêzên ewlehiyê kir.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Parêzgariya Ispartayê jî derbarê bûyerê de daxuyanî da:

“Roja 10.08.2023an demjimêr derdora 17.40î li navçeya Şarkikaraagaçê O.K., İ.K., A.K. û B.D. bi çekê hatine kuştin.

Derbarê bûyerê de kesê bi navê H.T. xwe radestî Fermandariya Cendirmeyan a Gelendostê kiriye û ragihandiye ku wî 4 kes kuştine.”

Li gor daxuyaniya parêzgariyê, Serdozgeriya Şarkikaraagaçê derbarê bûyerê de lêpirsîna dadî daye destpêkirin.