Li Mêrsînê bi hinceta PKK û YPGyê operasyon!

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrsînê ya Tirkiyeyê, bi hinceta “endamtiya PKK û YPGyê” biryara desteserkirina 11 kesan hat dayîn.

Li Mêrsînê bi hinceta ku “endamên PKKyê” ne derbarê 8 kesan de û bi hinceta ku “endamên YPGyê” ne jî derbarê 3 kesan de biryara desteserkirinê hat dayîn.

Tîmên Şaxa Terorê ya Rêveberiya Ewlehiyê ya Mêrsînê, îro ji bo desteserkirina 11 kesan dest bi "operasyonê" kir û wan bi ser hinek malan de girt.

Deriyên malan hatin şikandin

Di operasyona ku 200 polîs beşdar bûn de deriyên malan hatin şikandin û tedbîrên tund ên ewlehiyê hatin wergirtin.

Heta niha nayê zanîn çend kes hatine desteserkirin lê operasyon berdewam dike.

Rojane bi ser malan de digirin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.