Hirçê ku zêde hingiv xwar bêhiş ket

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Yigilca ya Duzce ya Tirkiyê hirçê ku ji ber xwarina hingiva zêde bêhiş ketibû, piştî dermankirinê hat berdan.

Mêşvanên ku li daristana gundê Karakaşê hingivê tehl çêdikin, pê hesiyan ku li nêzî mêşên wan hirçekî bêhiş heye û petekên mêşan perçe perçe bûne.

Li ser vê yekê mêşvanan texmîn kirin ku hirç zêde hingiv xwariye lewma bêhiş ketiye û gazî Rêveberiya Daristanan kirin.

Mêşvanên ku hirç xistine kamyonê gotin, “Divê te kêm hingiv bixwara. Hingivê tu êşandî. Heger hingiv xwaribe wê di demeke kurt de were ser hişê xwe û êrîşî me bike.”

Tîmên Rêveberiya Şaxa Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî yê ku hatin gund, derman dane hirç û ew ji bo dermankirina hûr birin navenda parastinê.

Hirç piştî dermankirinê hat berdan.