Ciwanan li ber Şaredariya Stenbolê astengkirina muzîka Kurdî şermezar kirin

11-08-2022
RÛDAW
Nîşan Stenbol Muzîka Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Komek ciwanên Kurd li Stenbolê li hember astengkirina muzîka Kurdî ji aliyê polîsên şaredariya wî bajarî ve, li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê kom bûn û nerazîbûna xwe nîşan dan.

Duh Çarşembê 10ê Tebaxa 2022, li Qada Taksîm a Stenbolê komek ciwanên Kurd ku muzîka Kurdî lêdixistin, ji aliyê polîsên şaredariya bajêr ve hatibûn astengkirin.

Îro ew ciwanên Kurd ji bo protestokirina wê kiryara polîsê şaredariya Stenbolê û astengkirina muzîka Kurdî, çûne ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya li Sarçhaneyê.

Ciwanan astengiya polîsan bo muzîka Kurdî protesto kirin û gotin ku ya wan kiriye ne karekî şaş e.

Herwiha ciwanan li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi Kurdî govend gerandin.

Ev nerazîbûna ciwanan bala xebatkarên Şaredariya Stenbolê jî kişand ser xwe.

Gelek xebatkarên Şaredariya Stenbolê ji pencereyê li çalakiya ciwanên nerazî temaşe kirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst