Parlamenterê Alman serdana HDPê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Alman Nils Schmid, ji ber zext û êrişên dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi armanca piştgiriyê serdana rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê kir.

Şaxa Îzmirê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek belav kir ku Parlamenterê Alman bi armanca piştgiriya partiya wan serdan kiriye.

Berdevkê Peywendiyên Derve yê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) û parlamenterê Parlamentoya Federal a Almanyayê Nils Schmid, bi armanca piştigiriyê serdana HDPê kir û ji aliyê parlamenterê HDPê Serpil Kemalbay û Hevserokên şaxa Îzmîr ya HDPê Besriye Tekgur û Kadrî Baydur hate pêşwazî kirin.

Schmid diyar kir ku ew weke partî her dem piştevaniya kesên ku bi rêya sîyasî û aştiyê têkoşîna xwe bi rêve dibin dikin.

Li gor hatiye ragihandin Besriye Tekgur û Kadrî Baydûr jî amaje pê kirine ku ziyareta piştevaniyê ji bo gelan girîng e û derbarê partiya xwe de hem jî derbarê polîtîkayên zextê yên desthilatê de agahî dane parlamenterê Alman Schmid.