Tirkiyê dest bi kampîna paqijkirina Deryaya Marmarayê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Deyraya Marmarayê ji ber ku qirêjiya 7 bajar û dehan navçeyan lê hatiye girêdan ew demeke bi qirêjbûna xwe balê dikêşe. Qirêjiya Marmarayê ser bi Deryaya Ege û Deryaya Reş ve jî herikîbû.
Demeke dirêj xebat hatin kirin û ew qirêjî ji ser deryayê hate paqijkirin. Lê li gorî pisporan qirêjî 30-40 metre di kûrahiya deryayê de berdewam dike û ekosîstema deryayê xistiye metirsiyê. Ji bo vê divê pîsî û qirêjiya ku ji bajaran diherike deryayê bê filîtrekirin.
Şaredariya Stenbolê bi lûtkeyeke onlîneê dehan pispor li hev civandin û bi dirêjahiya du rojan nîqaş li ser rizgarkirina deryayê têne kirin. Tespîta hevbeş ew e ku ew rizgarkirin salên dirêj û butçeyeke mezin divê.
Hewl û xebatên ji bo rizgarkirina Deryaya Marmarayê ji qirêjî û musîlajê berdewam dikin. Piştî ku hikûmeta navendî planeke rizgarkirinê xiste meriyetê Şaredariya Stenbolê jî bi piştgiriya çend saziyên xwezaparêz û hin zankoyan dest bi xebateke nû kir. Bi vê mebestê Lûtkeya Deryaya Marmarayê bi awayekî onlîne hate amadekirin û bi dehan akademisyen, pispor û kesên şareza li rêya paqijkirina deryayê digerin.
Sekreterê Yekîtiya Şaredariyên Herêma Marmarayê Cemîl Arslan dibêje “Pirsgirêkên ekolojîk ên ku li Deryaya Marmarayê hene, bi ya min divê di bin sê sernavan de bêne guncivandin. Yek ji wan birêvebirineke mayînde ya hawîrdorê ye. Ya din birêvebirineke karîger ya av û berhemên avî, ya din jî polîtîkayên guherîna xwezayê ne. Piştî xebata ku wê 3 salan bidome hêvîdarim emê bigihîjin wê qonaxê da ku Deryaya Marmara bigihîje tenduristiya xwe.”
Deryaya Marmarayê beriya demekê bi qirêjbûna hatibû rojevê û li gor lêkolînan eşkere bibû ku qirêjiya deryayê gihîştiye elerma sor. Li temamê peravên wan bajaran ku li dora deryayê cî digirin qatakî qirêjiyê deryayê nuximandibû ku jê re musîlaj tê gotin. Zêdetirî mehekê xebatên paqijiyê hatin kirin û ew gemar hat komkirin. Lê ji ber ku hemû bermahî û qirêjiya 7 bajaran berdewam diherike nava deryayê xetere jî berdewam dike.
Sekreterê Şaredariya Stenbolê Can Akin Çaglar got “Ji bo ku tabloya heyî ya neyênî bê guhertin, amadekirina stratejiyên pewîst mijara vê civata me ye. Ji bo vê jî emê dahatuya Deryaya Marmarayê ji hêlên cihê ve û disîplînên cihê binirxînin. Pêwîstî bi nirxandineke wisa heye. Ew civîn jî ji bo wê sedemê hatiye amadekirin.”
Wezareta Bajarvanî û Hawîrdorê planeke ku ji 30 bendan pêk tê amade kiribû û xebatên cîbicîkirinê berdewam dikin. Li gorî pisporan parzûnkirina hemû qirêjiya wan bajaran ne karekî biçûke ku zûtirîn dem jî were kirin. Herwiha ji bo paqijiyeke mayînde û karîger jî pêdivî bi 5 milyar dolar heye.