Bo Merdan Yanardag 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat xwestin

Hewlêr (Rûdaw) - Doznemaya ku ji ber çend gotinên derbarê rêberê girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan de li dijî rojnamevanê Tirkiyê Merdan Yanardag hatibû amadekirin temam bû. Dozger di doznamneyê de daxwaz kir ku Yanardag bi hinceta “propagandeya  rêxistinê” û “pesindayîna tawan û tawabar” ji 1 sal û 6 meh heta 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê bê cezakirin.

Rojnamevan û Rêveberê Giştî yê Weşana Televîzyona Tele 1 Merdan Yanardag di 17ê Hezîrana 2023an de ji ber çend gotinên  derbarê rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan ên di bernameyeke televîzyonî de hatibû girtin.

Roja Sêşemê 11ê Temûza 2023an dema nirxandina dadgehê ya  derbarê doznemeya doza Merdan Yanrdag de bidawî bûye ku 15 roj bûn.

Li gor zanyariyan di doznemeyê Dozgerê Komarê yê Stenbolê daxwaz kiriye ku rojnamevan Merdan Yanardag bi hinceta “propagandeya  rêxistinê” û “pesindayîna tawan û tawabar” ji 1 sal û 6 meh heta 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê bê cezakirin.

Rojnamevan û Rêveberê Weşanê yê TELE 1 Merdan Yanardag di weşana televîzyonê de gotibû: “Tecrîta li ser Abdullah Ocalan ne li gor hiqûqê ye. Ne malbat û ne jî parêzerên wî nikarin hevdîtinê bikin. Ma qey sîstemeke wiha dibe? Abdullah Ocalan kesekî jîr e ku gelekî pirtûkan dixwîne, analîzên rast dike û ji siyasetê fam dike.”

Piştî van gotina Saziya Bilind Radyo û Televîzyonan a Tirkiyê (RTÛK) jî cezayî herî zêde yê pere dabû televîzyona Tele 1 û bo dema 7 rojan weşana wê rawestandibû.