Galeriya wêneyan

12-07-2023
9 Photos

Duzce (Rûdaw) - Barana gur ku di 8 û 9ê Tîrmehê de barî, bû sedema rabûna ava Gola Eftenê û Çemê Melenê li Duzceyê. Ava ku rabû bû sedema lehiyê û zevî û malên gundê Içmelerê da pêşiya xwe.

Li bajarê Duzceyê lehiyê gundekî Kurdan da ber xwe. Tîma Rûdawê li navçeya Golyaka ya Duzceyê xwe gihande Îçmelera gundê Kurdan ku lehî lê rabûbû. Ji 300 malên gund 50 mal ev 3 roj in di bin avê de mane.

Di encama lehiyê de zirar û ziyanekê zêde li 3 hezar hektar zeviyên çandiniyê yên gund ketiye.

Gundiyên zîyandîtî ji hikûmetê daxwaza alîkarî û tevdîrên hewce dikin, gundî her wiha dixwazin demildest vegerin malên xwe û Çemê Melenê ku dibe sedema lehiyê bê îslehkirin da ku carek din lehî ranebe.

Li Duzceyê derdora 20 hezar donim zeviyên çandiniyê di bin lehiyê de mane. Tenê li gundê Içmelerê 3 hezar donim erd ketiye bin avê. Gundî ji ber kêmasiya alîkariyan bi gilî û gazinc in, daxwaza wan ew e ku tedbîrên hewce bên wergirtin.

 

Foto: Faruk Uysal - Rûdaw