HDPê ji bo serokatiya parlamentoyê namzeda xwe diyar kir

Navenda Nûçeyan – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo hilbijartinên serokatiya parlamentoya Tirkiyê parlamentera Sêrtê Meral Daniş Beştaş wek namzed ragihand.

 

Di Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê de sibê dê ji bo serokatiya parlemtoyê hilbijartin bê kirin û HDPyê ji bo serokatiya parlamentoyê parlementera xwe ya Sêrtê Meral Daniş Beştaşê wek namzed nîşan da.


Cîgirserokê Koma HDPê li Parlamentoya Tirkityê Ayhan Bilgen diyar kir ku ji bo serokatiya meclisê parlementera wan a Êlihê Ayşe Acar Başaran û parlementera wan a Agiriyê Dirayet Dîlan Taşdemir ji bo namzediya Beştaşê serî li Sekreterê Giştî yê Meclisê Alî Kumbuzoglu dan.


Ayhan Bilgen daxuyanî da rojnamegeran û destnîşan kir ku lazim e parlamento karê xwe bi awayek cidî bike û birêvebirin jî pir cidî bê kontrolkirin.


Di axaftina xwe da Bîlgen bal kişand ser pergala nû ya li Tirkiyeyê kete rewacê û got: “B pergala nû tê xwestin ku ti qedr û qiymeta parlementoyê nemîne. Ev yek baş tê dîtin. Îro tevlî sê parlementerên me û bi îmzeya 10 parlementerî me parlementera xwe ya Sêrtê Meral Daniş Beştaşê ji bo Serokatiya Parlamentoyê nîşan dar. Em hêvî dikin ku ji bo welat bi xêr be."


Berî niha jî serokwezîrê berê yê Tirkiyê Bînalî Yildirim ji bo seroktiya parlamentoya Tirkiyê wek namzedê AK Partiyê hatibû nîşandan û Partiya Tevgera Nijadperest (MHP) jî ragihandibû ew ti namzedan bo hilbijartinên serokatiya parlamentoyê nîşan nedin, lê dê piştevaniya Binalî Yilidirim bikin.