TIRKIYE – Leşkerek dîn bû û hevalên xwe gulebaran kir: 4 mirî 3 birîndar

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Kûla ya bajarê Manîsa ya Tirkiyê, rewşa derûnî ya leşkerekî têk çû û gulle li hevalên xwe reşand û paşî xwe kuşt.

 

Îro destê sibê leşkerekî li qereqola jendermeyan a Kûla ya Manîsayê, leşkerekî ku hê jî navê wî nehatiye eşkerekirin, ji ber têkçûna rewşa derûnî, gulle li hevalên xwe barand.

 

Di encama bûyerê de 3 leşker mirin û 3 leşker jî birîndar bûn. Leşkerê cinû bûyî paşî bi çeka destê xwe de, xwekuşt.

 

Leşkerên birîndar rakirine nexweşxaneya dewletê ya Salihliyê.