Hevdîtina Erdogan û Ozel: 'Helwesta MHPyê dê bandorê li ya Erdogan bike'

11-06-2024
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Ozgur Ozel CHP Qeyûm
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Mamosteyê Zanîngeha Yildirim Bayezîdê Prof. Tevfîk Erdem li ser hevdîtina Ozgur Ozel û Erdogan û danîna qeyûm got, “Helwesta MHPyê dê bandor li ya Erdogan bike”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî 18 salan li Navenda Giştî ya CHPyê çû serdana Serokê CHPyê Ozgur Ozel.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ku piştî hilbijartinan behsa 'normalnûnê' kiribû ji bo duyemîn hevdîtina bi Ozgur Ozel re li navenda CHPyê bû.

Di navbera wî û serokê CHPyê de gelek babet hatin gotubêjkirin ku mijara danîna qeyûman û biryarên dagehan jî di navê de bûn.

Li navenda CHPyê ew du roj in amadekarî hatin kirin û protokola pêşwazîkirina Serokkommarê Tirkiyeyê ha cîbicîkirin.

Ji ber ku Recep Tayyîp Erdogan wekî sorkkomar seredana vê partiyê dike.

Piştî 18 salan Erdogan çû navenda giştî ya CHPyê û dosyaya Ozgur Ozel têr û tije bû.

“Gelek pirsgirêkên welêt hene û bi kombûnê ew çareser dibin”

Parlementerê CHPyê Burhanettîn Bûlût got, “Em ne ji bo ku bi Serokkomar Erdogan re bigihîjin heman encamê van hevdîtinan dikin.

Em yekem partî derketin û welatiyan erkek daye we.

Ew dibêjin di pirsgirêkên welêt de êdî tu jî bibê rêvebir.

Esprî ya yekembûnê ev e. Gelek pirsgirêkên welêt hene û bi kombûnê ew çareser dibin. Ew jî mînakek e.

Em bi wî avayî lê dinêrin ku ew pirsgirêkên ku dilê welatiyan diêşînin bi vî avayî çareser dibin.”

Beriya ku Erdogan bighîje, alaya ku forsa serokkomariyê lê bû hat bilindkirin.

Serokê CHPyê Ozel jî ew li ber seyareya wî pêşwazî kir.

Civîna Ozel û Erdogan seat û nîvekê berdewam kir û di ajendaya Erdogan de destûra bingehîn hebû.

Ozel jî bi babetên wekî mûçeya xanenişînan, erkdarkirina mamosteyan, dadwerî û danîna qeyûman beşdarî civînê bû.

“Helwesta MHPyê dê bandorê li ya Erdogan bike”

Mamosteyê Zanîngeha Yildirim Bayezîdê Prof. Tevfîk Erdem wiha anî ziman:

“Mijara qeyûman dê pir bê gotûbêjkirin ji ber ku ew mijareke him siyasî him hiqûqî ye.

CHP gelekî dixwaze danîna qeyûman bê rawestandin lê dema tu ji aliyê AK Partiyê dinêrî helwesteke wisa nîn e.

Li hêla din şîrikê AK Partiyê yê di nava bereya Cumhur de MHP ye û ew danîna qeyûman dipejirîne.

Bi ya min helwesta MHPyê jî di biryara qeyûman de dê bandorê li helwesta Erdogan bike.”

Di nava CHPyê de derdorek ne qayîl e ku pêwendiyên germ digel Erdogan bêne danîn û wê wekî xetere dibînin.

MHP jî ji hêla xwe ve van hevdîtinan wekî xetere dibîne lê diyar e ew pêvajo dê di demên pêş de jî berdewam bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst