Di deryayê de cenazeyê kesekî hat dîtin; dibe ku Iraqî be

11-06-2023
RÛDAW
Nîşan Samsun
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Alaçam a Samsun a Tirkiyê di deryayê de cenazeyê kesekî hat dîtin, tê texmînkirin ku ew Mihemed Xanim Yunus ê welatiyê Iraqê be.

Li navçeya Alaçamê, masîgirên ku ji bo masiyan bigirin ketibûne nav deryayê cenazeyek tê de dîtin.

Piştî agahdarkirinê Tîmên Ewlekariya Peravê ya Sînopê cenazeyê wî kesî birin perava deryayê.

Hat diyarkirin cenazeyê ku birine morga Nexweşxaneya Dewletê ya Alaçamê dê ji bo otopsiyê bişînin Samsunê.

Tê texmînkirin ku cesedê ku hatiye dîtin ê Mihemed Xanim Yunus ê 22 salî yê ji Iraqê be ku cil û berg û telefona wî di 3ê Hezîranê de li Alaçam li perava deryayê hatibûn dîtin.

Samsun parêzgeheke herêma Deryaya Reş e ku dikeve bakurê Tirkiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst