Serokê Îmarata Erebî serdana Tirkiyê kir

11-06-2023
RÛDAW
Nîşan Îmarata Erebî Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Îmarata Erebî Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan serdana Tirkiyê kir.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan roja Şemiyê 10ê Hezîranê 2023an li Stenbolê pêşwaziya Serokê Îmarata Erebî Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan kir.

Mihemed Bin Zayid Al Nehyan herî dawî di Mijdara 2021an de serdana Tirkiyê kiribû.

 

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî piştî 6 salan di Sibata 2022an de piştî hewldana kudetaya 15ê Tîrmehê serdana Îmarata Erebî kir ku peywendiyên her du welatan xirab bibûn.

Li gor daxuyaniya ku li ser hesabê Twitterê yê Serokomariya Tirkiyê hat dayîn, Erdogan li Firokexaneya Ataturkê bi Mihemed Bin Zayid Al Nehyan civiya.

Di daxuyaniya ku wêneyên ji hevdîtinê jî hatin parvekirin de hat gotin, “Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan li Firokexaneya Ataturkê bi Serokê Îmarata Erebî Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan hevdîtinek kir.”

Serokkomariya Tirkiyê li ser naveroka hevdîtinê ti daxuyanî nedan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst