Şandeke Partiya Pêşerojê serdana HDPê kir

11-06-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeke Partiya Pêşerojê (Gelecek) îro serdana navenda giştî ya Partiya Demokrtîk a Gelan (HDP) kir.

Şanda Partiya Pêşerojê ji Cîgirê Serokê Giştî yê wê partiyê Nedim Yamali, Sekreterê Giştî yê partiyê Cemalettin Kani Torun û Cîgira Sekreterê Giştî yê partiyê Nuray Sagiroglu pêk dihat.

Ew şanda Partiya Pêşerojê ji aliyê Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDPê û Berpirsê Komîsyona Têkiliyên bi Partiyên Siyasî û Rêxistinên Sivîl re Yuncer Bakirhan, Serokê Fraksyona HDPê li parlamentoya Tirkiyê Saruhan Oluç û Endamê Encûmena Partiyê Dogan Erbaş re hat pêşwazîkirin.

Şanda Partiya Pêşerojê û rayedarên HDPê derbarê têkilî û hevkariyên du alî û rewş û rojeva li Tirkiyê bi hev re gotûbêj kirin.

Pêştir di roja 23ê Adarê de şandeke HDPê ku ji Hevserokê HDPê Mithat Sancar, Berdevka HDPê Ebru Gunay, Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDPê Tuncer Bakirhan û Serokê Fransyona HDPê di parlamentoya Tirkiyê de Saruhan Oluç serdana navenda Partiya Pêşerojê li Enqerê kiribû.

Partiya Pêşerojê ji aliyê serokwezîrê pêştir û Serokê AK Partiyê yê berê Ahmet Davutoglu ve û piştî zêdebûna nakokiyên wî li gel Recep Tayyip Erdogan Serokkomarê Tirkiyê û Serokê AK Partiyê, di 13-12-2020 de hatiye damezrandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst