Tirkiyê 8 sal û 9 meh ceza li karmendê Konsulxaneya Amerîkayê birî

Hewlêr (Rûdaw) - Doza li dijî karmendê Konsulxaneya Amerîkayê ya li Stenbolê Metîn Topuz bi dawî bû û Dadgeha Stenbolê bi tohmeta endamtiya wî di Tevgera Fetullah Gulen de, 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Metîn Topuz birî.

Îro karmendê Konsulxaneya Amerîkayê ya li Stenbolê Metîn Topuz careke din hate dadgehîkirin.

Topuz bi alîkarîkirina Tevgera Fetullah Gulen û sîxortiyê hate tohmetbarkirin, lê wî tohmetên li ser xwe red kirin û daxwaza azadiya xwe kir.

Dadgeha Stenbolê di derbarê wî de biryara dawî da û Topuz bi 8 sal û 9 mehan hate cezakirin.

Metin Topuz di sala 2017an de hatibû girtin û ev yek bibû sedema alozbûna pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê.