Partiya DEVA li Bakurê Kurdistanê ofîsên xwe vedike

11-06-2020
RÛDAW
Nîşan DEVA Partisi Alî Babacan Bakurê Kurdistanê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Navendî ya Partiya DEVA bi armanca avakirina şaxên partiya xwe, serdana bajarên Bakurê Kurdistanê kir.

Rêveberên navendî yên DEVAyê ev çend roj in li bajarên Bakurê Kurdistanê digerin û ji bo avakirina şaxên partiya xwe û berfirehkirina rêxistina xwe endam û rêveberan hildibijêrin.

Pêvajoya hilbijartina rêveberên DEVAyê bi civîn û hevpeyvînên rûbirû bi rê ve diçe. Kesên ku dixwazin di partiya DEVAyê de cih bigirin, bi rêveberên navendî yên DEVAyê re rûbirû dicivin û danûstandinan dikin. Di van çend rojên dawî de Rêveberiya DEVAyê serdana gelek bajarên Bakurê Kurdistanê kiriye û bi hejmareke zêde ya kesayetên Kurd re civiyaye.

Heta niha li Amedê 54 kes ji bo serokatiya şaxa Amedê serî li partiya DEVAyê dane. Herwiha hezar û 600 kesan jî xwestine di şaxa Amedê de kar bikin û bibin endam.

Herwiha partiya DEVA berî niha bi zimanê Kurdî jî hejmareke fermî ya Twitterê vekiribû.

Partiya DEVA berî niha bi çend mehan bi Serokatiya Alî Babacan hate avakirin. Alî Babacan Cîgirê Serokwezîrê Berê yê Tirkiyê bû û herwiha yek ji damezrênerên AK Partiyê bû. Lê sala derbasbûyî ji ber nakokiyên li gel serkirdayetiya partiya xwe, dest ji AK Partiyê berda.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst