Gelo pêvajoya aştiyê ji nû ve destpê dike?

Enqere (Rûdaw) - Piştî ku Serokwezîrê Tirkiyê, Binali Yildirim got ku "PKKê gotiye ku em dikarin dev ji çekan berdin" nîqaşên li ser giftûgoyên aştiyê dîsa destpê kirin.


Şirovekarên siyasî dibêjin da ku giftûgo û pêvajoyeke nû ya aştiyê destpê bike divê PKK çalakiyên xwe rawestîne.


Ligel wê yekê jî, şîrovekar herwiha dibêjin hikûmeta Tirkiyê naxwaze dest bi giftûgoyan bike.


Rojnamevanê Namik Durukan ji Rûdawê re got diyar e ku PKK dê êrîşên li nav bajarên Tirkiyê zêdetir bike lê dîsa jî eger behsa aştiyê bê kirin beşkî ew çalakî neyêne kirin:


"Ez bawer im ku hewlên destpêkirina giftûgoyan dê bibin xwedî bandor ku TAK çalakiyên xwe kêmtir bike. Lê eger ku ev hewl bi sernekevin wê çalakiyên tûndûtiyê hîn zêdetir bibin."


Li gorî hin şîrovekaran jî pêwîstî bi aramiyê heye da ku raya giştî ya Tirk ji pêvajoyeke aştiyê re amade be.


Şirovekarê sîyasî Reşit Deli got du rê li pêşiya PKKê hene: "Lazim e PKK yan dewam bike yan jî bibêje min di vir de şaşî kir. Ji gelê kurd, raya giştî re beyan bide û çekên xwe bide paş. Ez nabêjim bila çek berde. Bila xwe ji herêma şer bide alî. Wê çaxê em kurd û hemû dinya dikarin ji Tayip Erdogan re bibêjin ew e şer tune ye, ka were ji bo çareserkirina mesela kurd, ji bo demokrasiya Tirkiyê, em bi hev re dikarin çawa gavan bijavêjin, bijîn."


Berê parlamenterê HDPê Sirri Sureyya Onder dabû xûyakirin ku Serokwezîrê berê Ehmed Davutoglu dixwest ku pêvajoya aştiyê jinûve destpê bike lê Serokomar Erdogan li hemberî vê yekê bûye asteng.