Polîs ketin Meydana Taksîmê

Stenbol (Rûdaw) – Mûdaxeleya li dijî meydana Taksîm a Stenbolê di roja 14an de dîsa dest pê kir. Nerazîbûnên li hemberî xirabkirina Parka Gezî ya Stenbolê didomin. Îro danê sibehê polîsan nekarîn derbasî Parka Gezî ya Stenbolê bibin, ji ber vê yekê derbasî Meydana Taksîmê bûn.

Polîs ji bo belavkirina xwepêşanderan, ketin meydana Taksîm a Stenbolê. Polîsan bi bikaranîna ava şid û gaza îsotê xwepêşander derbas kirin. Xwepêşanderan jî bi fîşekên hewayî, kevir û şûşeyan bersiva polîsan dan. Piştî pevçûnekî kurt, polîs daketin Meydana Taksîmê. Polîsan ragihandin ku ew li dijî Parka Geziyê ti mûdaxeleyekê nakin, wê pankarên li derdora parkê paqij bikin.

Polîsên daketin Taksîmê, çalakvanên li derdora peykerê Ataturk kom bûne, ji wir dûr xistin. Polîsan derdora peykerê Atatur dorpêç kirin. Heta niha ti kes nehatine binçavkirin.

Waliyê Stenbolê Hûseyîn Avni Mutlu jî li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê çûna polîsan a Meydana Taksîmê de wiha got: “Ji vê sibehê û pê de hûn emanetî birayên xwe yên polîs in.”

Daxuyaniyek ji aliyê walîtiya Stenbolê ve jî hat dayîn û wiha tê gotin: “Ev xebat ne mûdaxeleyekî li dijî Parka Gezî û Meydana Taksîmê ye. Ti êrişek li dijî kesên li Parka Gezî û Taksîmê çênabe.”

Di daxuyaniya walitiyê de wiha tê gotin: “Îro danê sibehê ji saet 08.00an û şûn de wê hêzên me yên ewlekariyê xebatek li dijî rakirina pankart, dovîz û wêneyan bide dest pê kirin.”