Ji bo girtina HUDA PARê sendîkayekê serî li Dadgeha Bilind a Tirkiyê da

11-05-2023
RÛDAW
Nîşan HUDA PAR ‌Hilbijartin 2023
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sendîkaya Kar û Ofîsa Kar a Tirkiyê (Bûro-Îş) ji bo girtina  Partiya Doza Azad (HUDA PAR) ku partiyeke Kurdî û îslamî ye, serî li Dadgeha Bilind a Tirkiyê da.

Di daxwaznameya serîlêdanê de, Bûro-Îşê îdia kiriye ku partiyê li dijî xalên 1, 2, 3, 6, 11, 41, 42, 68, 69, 174, 176 ê makezagonê tevdigere û herwiha qanûna partiyên siyasî jî binpê kiriye.

Di daxwaznameyê de hat gotin ku gelek rêveberên partiyê ji rêxistina Hizbullahê hatine darizandin û cezakirin.

Sendîkayê daxwaz ji Dadgeha Bilind a Tirkiyê kiriye ku partiya HUDA PAR bi yekcarî were girtin.

HUDA PAR di hilbijartinê serokkomarî û parlamentoyê yên 14 Gulanê de li ser lîsteyên AK Partiyê dikeve hilbijartinan.

HUDA PAR di hilbijartina serokomariyê de piştgirî dide Serokomarê niha Recep Tayyip Erdogan.

Partiya Doza Azad (HUDA PAR) partiyekî Îslamî ya Kurdî ye û di 19-11-2012an de hatiye avakirin. HUDA PARê heta niha beşdarî di 4 hilbijartinan de kiriye û zêdeyî 11 hezar endamên wê hene. Di hilbijartina dawî ya Parlamentoya Tirkiyê de ku di Hezîrana 2018an de hat lidarxistin, wê partiyê 157 hezar û 324 deng bidest xistin ku %0.31ê dengên li tevahiya Tirkiyê dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst