HAT NÛKIRIN - Li Edenê bûyera trafîkê: 7 kesan canê xwe ji dest dan, 7 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pozanti ya ser bi parêzgeha Edenê li ser rêya sereke 4 otomobîl, 2 wesayetên polîsan û 2 kamyonetan li hev qelibîn û di encamê de 7 kesan canê xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan roja Pêncşemê 11ê Gulana 2023an li ser rêya Edene-Pozantiyê agir bi barhilgirekê ketiye û li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê çûne cihê bûyerê. Lê di dema midexaleya tîmên agirvemirandinê de li ser heman rêyê 50 metre nêzîkî cihê bûyerê 2 kamyonet, 4 otomobîl û 2 wesayetên polîsan li hev qelibîne.

Tîmên ku li cihê bûyerê amade bûne midexaleya wê bûyerê jî kirine û tîmên tendirûstiyê jî hatine agahdarkirin.

Li gor lêkolîna destpêkê 7 kesan li cihê bûyerê canê xwe ji dest dane û 7 kes jî birîndar bûne. Kesên birîndar bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.

Li gor zanyariyan ji ber her du bûyeran rêya ber bi Enqerê bo demekê hatiye girtin.