Li Îzmirê şerê çekdarî: Herî kêm 5 kuştî hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Menderes a Îzmirê di çayxaneyekê de şerê çekdarî derket, 5 kesan canê xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Menderesê ya ser bi parêzgeha Îzmirê ya Tirkiyê, îro 11ê Gulanê di navbera du aliyan de şer derket û di encamê de 5 kesan canê xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Menderesê, du aliyên ku di navbera wan de pirsgirêkên deyn hebû, ji bo axavtinê li çayxaneyekê hatin cem hev. Di dema axavtinê de nîqaş derket û navbera her du aliyan bi çekan êrîşî hev kirin.

Di encama şer de ji her du aliyan 5 kesan canê xwe ji dest dan. Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.

Hêzên emnî derbarê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.