Kiliçdaroglu piştî vekişîna Înce hişyarî da Rûsyayê: Li pişt komployan hûn hene

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê CHPê û berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu li ser îdîayên girêdayî dîmenên Muharrem Ince hişyarî da Rûsyayê û got, “Dostên me yên Rûs, li pişt wan kaset, naverokên Deep Fake, komplo û montajan hûn hene.”

Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu roja Pêncşemê 11ê Gulanê 2023an li ser hesabê xwe yê Twîtterê li ser parvekirinên "Dark web" hişyarî da Serokê Ofîsa Ragihandina Serokkomariya Tirkiyê Fahrettin Altun û tîma wî û çend  peyam belav kirin.

Kiliçdaroglu peyamên xwe bi zimanên Tirkî û Rûsî belav kirine û derbarê îdîayên girêdayî dîmenên Muharrem Ince hişyarî da Rûsyayê û dibêje, “Dostên me yên Rûs, li pişt wan kaset, naverokên Deep Fake, komplo û montajan hûn hene. Eger hûn dixwazin piştî 15ê Gulanê dostaniya me berdewam be destê xwe ji dewleta Tirkan bikşînin. Em hîn jî alîgirê hevkariyê û dostaniyê ne.”

Serokê Partiya Memleket Muharrem Ince roja Pêncşemê 11ê Gulanê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji berbijêriya bo posta serokkomariyê vekişiyaye.