Hewlêr (Rûdaw) - Serokê CHPê û berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu li ser îdîayên girêdayî dîmenên Muharrem Ince hişyarî da Rûsyayê û got, “Dostên me yên Rûs, li pişt wan kaset, naverokên Deep Fake, komplo û montajan hûn hene.”
Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu roja Pêncşemê 11ê Gulanê 2023an li ser hesabê xwe yê Twîtterê li ser parvekirinên "Dark web" hişyarî da Serokê Ofîsa Ragihandina Serokkomariya Tirkiyê Fahrettin Altun û tîma wî û çend peyam belav kirin.
Kiliçdaroglu peyamên xwe bi zimanên Tirkî û Rûsî belav kirine û derbarê îdîayên girêdayî dîmenên Muharrem Ince hişyarî da Rûsyayê û dibêje, “Dostên me yên Rûs, li pişt wan kaset, naverokên Deep Fake, komplo û montajan hûn hene. Eger hûn dixwazin piştî 15ê Gulanê dostaniya me berdewam be destê xwe ji dewleta Tirkan bikşînin. Em hîn jî alîgirê hevkariyê û dostaniyê ne.”
Sevgili Rus Dostlarımız,
— Kemal Kılıçdaroğlu (@kilicdarogluk) May 11, 2023
Dün bu ülkede ortaya saçılan montajlar, kumpaslar, Deep Fake içerikler, kasetlerin arkasında siz varsınız. Eğer 15 Mayıs sonrası dostluğumuzun devamını istiyorsanız, elinizi Türk’ün devletinden çekin. Biz hala işbirlikten ve dostluktan yanayız.
Serokê Partiya Memleket Muharrem Ince roja Pêncşemê 11ê Gulanê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji berbijêriya bo posta serokkomariyê vekişiyaye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse