Ferhat Encu: Kurdên di AK Partiyê de ji ber HUDAPARê dê dengê xwe bidin YSPê

11-05-2023
RÛDAW
Hevserokê HDPê yê parêzgeha Stenbolê Ferhat Encu
Hevserokê HDPê yê parêzgeha Stenbolê Ferhat Encu
Nîşan Ferhat Encu Hilbijartin
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Hevserokê HDPê yê parêzgeha Stenbolê Ferhat Encu ji Rûdawê re got, “Di derbarê HUDA-PARê de di nav Kurdan de nêrîneke hevpar heye. Berê di hilbijartinan de piştgirî dida AK Partiyê. Hemû Kurd nêrînên HUDAPARê dizanin. Vê carê Kurdên ku di AK Partiyê de ne yan jî bi awayekî di nav AK Partiyê de cih digirin û dengê xwe didinê, ji ber HUDAPARê dê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Em vê yekê dibînin.”

Hevserokê HDPê yê parêzgeha Stenbolê Ferhat Encu yê ku li ofîsa Rûdawê ya li Stenbolê bû mêvanê Hêvîdar Zana, li ser hilbijartinên 14ê Gulanê bersiva pirsan da.

Encu diyar kir ku HDPê nêzî 10 hezar kes li Stenbolê erkdar kirine û got, HDP bi 30 hezar kesî jî dê çavdêriyê bike, sindoqan biparêze.

“Partiya Çepên Kesk wê nekeve binê sedî 15an”

Hevserokê HDPê yê parêzgeha Stenbolê Ferhat Encu got, “HDP di rapirsiyan de ti carî li ser ji sedî 10an re nehat nîşandan. Di 7ê Hezîranê de wek 4-5 hat nîşandan. Me ji sedî 13 girt. Her wiha di hilbijartina 2018an de jî dengên me 2 puan kêm hatin nîşandan. Ez di wê baweriyê de me ku Partiya Çepên Kesk di vê hilbijartinê de wê nekeve bin ji sedî 15an.”

“Kurdên di AK Partiyê de ji ber HUDAPARê dê dengê xwe bidin Çepên Kesk”

Encu li ser pirsa gelo beşdarbûna HUDAPAR û HAKPARê ya hilbijartinê dê bandorê li dengên Partiya Çepên Kesk bike anî ziman, “Ew ê bandorê neke. Di derbarê HUDA-PARê de di nav Kurdan de nêrîneke hevpar heye. Berê di hilbijartinan de piştgirî dida AK Partiyê. Hemû Kurd nêrînên HUDAPARê dizanin. Vê carê Kurdên ku di AK Partiyê de ne yan jî bi awayekî di nav AK Partiyê de cih digirin û dengê xwe didinê, ji ber HUDAPARê dê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Em vê yekê dibînin. Di vî warî de ti gumanên me nînin.”

“Îdiayeke HAKPARê ya pêşengtiyê nîne”

Encu li ser Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR) jî got, “Li aliyê din HAKPAR, tu îdiaya wê ya ku vê civakê bi rê ve bibe nîne. Mirov ji gotinan bêtir li çalakiyê dinêre. Di warê pratîkî de kî gavekê biavêje, gel wê ji xwe re esas digire. Gelek kes dibêjin em serxwebûnê jî dixwazin. Bi taybetî partiyên Kurdistanî. Lê rastiyeke wan nîne. Hêza wan a pêşengtiya vê civakê bikin jî nîne. Dîrok bi vê tevgerê hat nivîsandin. Gelê Kurd jî vê tevgerê nas dike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst