Derbarê Umît Ozdag de gilî hat tomarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Ji aliyê Serokayetiya Îdareya Koçê ya Tirkiyê ve derbarê Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag de ku bi helwêsta xwe ya tund a li beramber koçberan tê naskirin, gilî hat tomarkirin.

Hat ragihandin ku  Rêveberiya Karûbarên Hiqûqê ya Wezareta Navxwe û Serokayetiya  Îderaya Koçê ya Tirkiyê, derbarê serokê Partiya Zaferê de ku vê dawiyê bi daxuyaniyên xwe yên dijî koçberên li Tirkiyê bûye rojev, gilî tomarkirine û daxwaznameyên xwe bo Bûroya Lêkolîna Tawanên Parlamenter a Serdozgeriya Komarê ya Enqerê şandine.

Li gor zanyariyan, di daxwaznameyan de daxuyaniyên Umît Ozdag ên vê dawiyê yên derbarê koçberan de ku li ser hesabên xwe yên medyaya civakî belavkirine cih digirin û di wan daxwaznameyan de  hatiye diyarkirin ku Ozdag li ser koçberan aramî û aşitiya civakî dike armanc.

Di wan daxwaznameyan  de ameje bi wê yekê jî hatiye dayîn ku daxuyaniyên Serokê Partiya Zaferê sînorê azadiya raderbirînê derbas dikin û hatiye gotin “Ew daxuyanî gel li  dijî biyaniyan bo kîn û nefretê han didin û aramî, aşitî û ewlehiya raya giştî dixin metirsiyê.”

Her wiha di wan daxwaznamaeyan de hatiye xwestin  ku eger  dozgerî wan tawanan piştrast bike, divê derbarê Umîd Ozdag de doz bê vekirin.

Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag  ku partiyeke neteweperest a Tirkiyê ye di van demên dawîn de li dijî hebûna hemû koçberên li Tirkiyê û bi taybetî jî koçberên Sûrî yên li Tirkiyê ye û bi nirxandinên xwe yên li ser vê mijarê derketiye pêş û rojane daxuyaniyên dijî koçberan belav dike.

Ozdag çend roj berê  îdia kiribû  ku meseleya koçberên li Tirkiyê di rastî de “projeya avakirina Kurdistana Mezin e li Rojhilata Naverast.”

Roja Sêşembê 3ê Gulanê jî li Tirkiyê kurtefîlma “Dagirkariya Bêdeng” ku behsa guhertina demografiya Tirkiyê dike, bi sponserî û piştevaniya Umît Ozdag li ser YouTube hatibû belavkirin. Êvara heman rojê Hande Karacasû derhênerê fîlmê bi tohmeta sextekarî, xapandin û handana kîn û nefretê li beramber koçberên Sûrî hat desteserkirin lê derengê heman şevê hat berdan.

Belavkirina wê kurtefîlmê li Tirkiyê bûbû sedema nîqaşeke zêde li wî welatî û nakokiyên navbera Serokê Partiya Zafer ligel hikûmetê û bi taybet ligel Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu kûrtir kiriye.