Berpirsê Partiya DEVAyê Metin Gurcan hat berdan
Hewlêr (Rûdaw) - Damezrêner û berpirsê Partiya DEVAyê Metin Gurcan ku di 29ê Mijdara 2021an de bi îdiaya sîxuriya siyasî hatibû girtin, serbest hat berdan.
Rûniştina doza ku Metin Gurcan bi îdiaya sîxuriya siyasî dihat darizandin û heta 35 salan cezaya girtîgehê jê re dihat xwestin îro Çarşemê berdewam kir.
Di rûniştina ku li 26. Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê ji ragihandin û temaşevanan re girtî hat lidarxistin de Gurcan û parêzerên xwe beşdar bûn.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, parêzerên Gurcan diyar kirin ku nameyên bersivdayînê yên ku ji saziyên fermî hatine di berjewendiya wan de ne û bi vî awayî derketiye holê ku di agahiyên têkildarî îdiaya sîxuriya siyasî de "nepenî" û "agahiya taybet" nîne.
Parêzeran diyar kirin ku bi delîlên nû yên di dosyayê de dibe ku wesf û girîngiya wê bê guhertin û daxwaza berdana Gurcan kirin.
Piştî daxuyaniyan dadgehê biryara xwe eşkere kir û bi sepandina biryara qedexeya derketina derveyî welat û kontrola edlî biryara berdana Gurcan da.
Dihat îdiakirin ku Gurcan agahiyan difiroşe
Di çarçoveya lêpirsînê de Metin Gurcan di 29ê Mijdara 2021an de hatibû girtin.
Di îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê amade kir de hatibû diyarkirin Gurcan agahiyên wek "Yekîneyên leşkerî yên Tirkiyê yên ku li hin welatan bi cih bûne”, “rûdanên beriya operasyona Efrînê", "Li Lîbya û Sûriyê çalakiyên Tirkiyê", "welatên ku dixwazin firokeyên bêmirov henarde bikin","bicîhkirina S-400an" û "lêkolînên ji bo diyarkirina cihên rêveberên PKKê" gihandiye dîplomatên biyanî.
Di îdianameyê de ji bo Gurcan heta 35 salan cezaya girtîgehê hat xwestin.