Li Bakur û Tirkiye jiyan hêdî hêdî asayî dibe

11-05-2020
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Piştî 50 roja kesên 65 salî û mezintir derketin derve
Piştî 50 roja kesên 65 salî û mezintir derketin derve
Nîşan Coronavirus Tirkiye
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Proseyên asayîkirina jiyanê li Tirkiyê destpê kir, weke yekem pêngav kesên ji 65 salî pêhel piştî  50 rojan yekem car bo 4 saetan derketin derve. Kesên ji 65 salî di yekem roja derkevtine derve berê xwe dane parkan.  

Mukremîn Barut eslê xwe ji Mûşa Bakurê Kurdistanê ye û weke endezyar û mîmar li Enqerê kar dike. weke hemû hevtemenên xwe piştî biryara hikumetê ew jî 50 roj bûn ku ji mala xwe derneketiye. Lê wî dema xwe ya li mal bi karê hunerî û bi taybetî jî çêkirina tabloyên rengûreng derbas kiriye.

Endezyar û mîmar Mukremîn Barut dibêje: “Ev deme ji bo min bû derfet û min gellek kar kirin. Min gellek karên hunerî encam dan. Heta niha min nêzîkî 20 tablo çêkirine û plana min heye ku ez 20 tabloyên din jî çêkim. Eger ev proseya qedexeyan berdewam be jî bo min xem nîne. Hêvîdarim zû xilas bibe lê eger rojên qedexe xilas jî nebe heta salekê jî projeyên min hene.”

Piştî ku hikumetê biryar da rojeke qedexeya giştî kesên ji 65 salî pêhel bo 4 seata derkevin derve park û şûnên giştî yên Enqerê jî pir bûn ji pîremêr û pîrejinan.

Xanenişîn Mehmet Kanar jî got: “50 rojan ez li mal razam, tenê car caran min li ber televizyonê werziş kir.”

Xanenişîn Zekaî Tarkan jî diyar ku rojên wî xweş derbas bûn, li mal  wêne çêdikirin û çend pertûk jî xwendin.

Di 50 rojên borî de kesên ji 65 salî pêhel kêm zêde heman tişt kirine, wan herî zêde bi telefonan peywendî bi nêvî û zarokên xwe kirine yek ji wan kesan jî dibêje îro ji bo wî weke beheşteke derev e.

Xanenişîn Zafer Karaagaç jî wiha axivî: “Weke ku ez îro careke din hatibim dinyayê, îro rojeke xweş e, ez hêvî dikim ku demeke nêzîk de ev nexweşiya xilas bibe û jiyan bi temamî asayî bibe.”

Grupek a muzîkê jî ji bo ku kesên ji 65 salî pêhel deme xweş derbas bikin li parkan konser dan û hinek endamên grubê jî bi cil û bergên taybet pêşwaziya wan kir.

Xanenişîn û muzikjen Yusuf Dovmeci jî got: “Ji bo kesên danemir gellek zehmet e, dema em bi wan re qise dikin, dibêjin sebra me nayê, dixwazin ku zêdetir giringî bi wan were dan û ew jî mafê wan e.”

Hêzen Tendirustî û asayîş jî berdewam hişyar dan hemwelatiyên ku mesafeya di navbera xwe de biparêzin. Proseya  asayîkirina jiyana xelkê ji aliyê hikumetê ve dê weke 4 beş were meşandin beşa yekem sistkirian qedexe û vekirina kuafor û holên ciwankarî û beşek ya molan pêk tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst