Ufuk Uras: Reftara ligel Mahmut Alinak tê kirin nayê qebûlkirin

11-05-2020
RÛDAW
Nîşan Mahmut Alinak Ufuk Uras
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedar û parlamenterê berî yê serbxiwe Ufuk Uras ragihand ku ew reftara ku ligel nivîskar û siyasetvanê Kurd Mahmut Alinak tê kirin, nayê qebûlkirin. Uras herwiha dibêje ku wî şêweya desteserkirina Alinak prostesto kiribû ku hatibû kelepçekirin.

Siyasetmedar Ufuk Uras ji Rûdawê re diyar kir ku dema ku Mahmut Alinak hat desteserkirin û destên wî bi pişt ve hatin kelemçekirin û dîmenên wî li medyayê belav bûn, wî ew  rewş protesto kiribû.

Ufuk Uras destnîşan kir ku parêzvaniya li Mahmut Alinak ku hiqûqnasekî rêzdar û parlamenterî kiriye, gelek girîng e, û got: “Eger nêrînên wî li we nexweş bin, hûn jî nêrîna xwe  diyar bikin, lê cezakirina yasayî û bi dadgehîkirina wî bi cezayê zindanê yê heta hetayê, cihê van tiştan di hiqûqê de nîne. Ji ber hindê cudahiya di navbera dewleta ku hiqûqa wê heye û dewleta hiqûqî de, xwe dispêre vê yekê.”

Uras da zanîn ku Niha li ser înternetê nêzikî 700 ziman hene, li gelek welatan li gel zimanê fermî, bikaranîna zimanê zikmakî di warê siyasî de jî serbest e û wiha pê de çû: “Mahmut Alinak li ser vê mijarê jî berî niha hatiye cezakirin. Lewma miameleya li hemberî Alinak, rewşa hiqûqî ya li Tirkiyê nîşan dide. Ji ber wê yekê ev tedbîr û helwesta li hember Alinak, di rastiyê de hewldana pêkanîna bexçeyekî gulan ê bêyî strî ye û operasyoneke şeytankirinê ye û nayê qebûlkirin.”

Nivîskar û siyasetvanê Kurd Mahmut Alinak ji ber nivîsîna nameyekê bo Netewên Yekbûyî, herwiha bilavkirina çend pirtûkan ku rexne ji dewletê kirine hate girtin û daxwaza girtina heta hetayî bo tê kirin.

Yekemîn rûniştina dadgehê li ser dosyeya Mahmut Alinak roja 13 Gulanê li 2yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Qersê li Bakurê Kurdistanê birêve diçe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst