Li goristanê pevçûn: Leşkerekî du bira dan ber guleyan

11-04-2024
Nîşan Afyonkarahîsar Çawişê Pispor Bira Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sandikliyê ya parêzgeha Afyonkarahîsarê ya Tirkiyeyê, li goristanê pevçûnekê rû da.

Çawişê pispor K.K. (46) û du birayên bi navê H.H.K. (36) û B.K (30) li goristanê ketine qirika hev.

Li gorî agahiyan, ji ber ku her du birayan “li ser goristanê giya şewitandiye” nîqaş çêbûye.

Bi mezinbûna nîqaşê re, çawişê pispor gule li her du birayan reşandine û her du birîndar kirine.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û cendirme çûne cihê bûyerê.

H.H.K.yê ku ji gelek cihên xwe birîndar bû, li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Çawişê pispor K.K. hat girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst