Ozdag: Ji bo ku HDP li Qers û Îdirê bi ser nekeve em dê piştgiriyê bidin berbijêrekî welatparêz

11-04-2023
RÛDAW
Nîşan Umit Ozdag HDP Qers Îdir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdag diyar kir ku ew dê li parêzgehên Qers û Îdirê yên Bakurê Kurdistanê nekevin hilbijartinê û got “Ji ber ku em naxwazin bibin alîkar ku HDP li vê derê parlamenteran derxe û tifaqeke ku berbijêrê welatparêz derdidixe, ji navê tifaqê serbixwe em dê piştgiriyê bidinê.”

Ozdag li Şîşliyê li avahiya Serokatiya Bajarê Stenbolê ya Partiya Zaferê civîna çapemeniyê li dar xist û bi bîr xist ku 3 tifaq beşdarî hilbijartina 14ê Gulanê bûne ku ew jî “Tifaqa Cumhur”, “Tifaqa AK Millet” û “Tifaqa Ata” ne.

Serokê Partiya Zaferê amaje bi wê yekê kir ku wezîrê navxwe yê Tirkiyê yê berê Îdrîs Naîm Şahîn endamên cemaeta Gulen di wezareta naxwe û birêveberiyên ewlehi yên navçe û parêzgehande damezirandiye û niha di IYI Patiyê de berbijêr e.

Herwiha berbijêrê herêma 2yem rêza 2yema a Stenbolê yê IYI Partiyê Salîm Ensarîoglu wek hedef da nîşan da ji ber ku negotiye “Xwezî bi wî kesî yê bêje Tirk im”.

Li aliyê din Ozdag berbijêrê CHPê yê Enqerê Orhan Konuralp jî wek sepatîzanê PKK tometbar kir û got “Berbijêrê herêma 1em rêza 3yem ê Enqerê Onur Konuralp bi aşkere sempatîzanê PKKê ye. Ez vê yekê nabêjim hevalno. Ji Ofîsa Serokatiya Gişti ya CHPê vê yekê ji min re gotin. Nivîsa wê di destê min de heye.”

Umit Ozdag diyar kir ku ew dê li parêzgehên Qers û Îdirê yên Bakurê Kurdistanê nekevin hilbijartinê û got “Ji ber ku em naxwazin bibin alîkar ku HDP li vê derê parlamenteran derxe û tifaqeke ku berbijêrê welatparêz derdidixe, ji navê tifaqê serbixwe em dê piştgiriyê bidinê.”

Ozdag îdia kir ku berbijêrê Serokomariyê yê Tifaqa Atayê Sînan Ogan dê li otelekê ji bo kanaleke televizyonê ya herêmî hevpeyvînê bida, lê otelê destûr nedaye kişandinê û got “Emê Kemal Kiliçdaroglu û Meral Akşener jî rexne bikin ku lîsteyên xwe ji alîgirên FETÖ û PKKê re vekirine. Bila ti kes bi ambargo, dorpêçî û operasyonên psîkolojîk re Partiya Zaferê û Tifaqa Ata tine nehesibîne. Bila neyê ceribandin ku neteweperestên Tirk ji siyasetê tasfiye bikin. Em dê rê nedin vê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst