Partiya Çep a Kesk berbijêrên xwe yên jin dan nasandin

11-04-2023
RÛDAW
Nîşan Partiya Çep a Kesk Berbijêrên Jin Nasandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Çep a Kesk jinên ku di hilbijartinên 14ê Gulanê de bûn berbijêrên parlamenteriyê dan nasandin.

Di merasîma danasînê ya ku li Enqereyê hat lidarxistin de, parlamenterên jin ên HDP'ê yên serdema 27an vexwendibûn ser dikê.

Parlamenterên jin li salonê tevî Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan beşdaran silav kirin. Piştre jî namzetên jin vexwend ser dikê.

Di lîsteyên Partiya Çep a Kesk de ji 490 berbijêrên parlamenteriyê 193 ji wan jin in. Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) ku di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digire, ji 398 berbijêran 161 ji wan jin in.

Ji sedî 39.38ê berbijêrên Partiya Çep a Kesk jin in, ev rêje di TÎP'ê de ji sedî 40,45 e.

Di merasîmê de Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar axavtinek kir û tê de got “Em îro ji bo vê têkoşînê bigihînin asteke din hatin gel hev. Baş e ku em bi hev re ne, baş e ku em li kêleka hev in, baş e ku ev meşa rê ya meberdewam dike. Em bi hev re pêşwazî li pêvajoyeke girîng dikin. Li vir weke jinên Partiya Çep a Kesk, bi hemû hevalên me yên jin ku Partiya Çep a Kesk xurt dikin re em soza ku em ê vê têkoşînê bimeşînin û mezintir bikin hem ji we re hem jî hemû jinên li me temaşe dikin bidin.”

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan ji dibêje “Yên di vê serdemê de dê di parlamentoyê de ne bi me re bin lê di têkoşînê de dê me qet tenê nehêlin hêja Filiz, Ayşe, Fatma, Huda, Dîlan, Remziye, Oya, Şevîn hemû hevalên xwe re ji bo keda wan spas dikim. Dibe ku yên ku min navên wan jibîr kiribin hebin lê hemû hevalên me nikaribin bikevin parlamentoyê jî ez bawer dikim di têkoşînê de dê bi berdewamî bi me re bin, dê alê qet daneynin xwarê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst