Dadgeha Destûrê dosyeya HDPê ji raportor re şand

11-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê di doza ji bo girtina Partiya Gel a Demokratîk (HDP) hatiye vekirin de biryara partiyê ya ku naxwaze bi devkî parastinê bike nirxand û biryar da ku dosyayê bo raportor bişîne.

Serdozgeriya Komarê yê Darazê ji bo girtina HDPyê li Dadgeha Destûra Bingehîn doz vekiribû ku ew pêvajo hêj berdewam dike. Berpirsên HDPê 6ê Nîsana 2023yan ragihandibûn ku ew dê di doza girtinê de parastina xwe ya devkî nekin.

Dadgeha Destûra Bingehîn Tirkiyê îro Sêşemê 11ê Nîsana 2023yan ji bo vê biryara HDPê ya derbarê vekişîna wê ya ji xweparastinê gotûbêj bike civiya.

Dadgehê biryar da dosyeya doza girtina HDPê bo raportorê dadgehê bê şandin. Dê raportor derbarê esasê dozê de rapora xwe amade bike û pêşkêşî endamên dadgehê bike. Tê çaverêkirin raportor heta mehekê rapora xwe amade bike û pêşkêşî endamên dadgehê bike.

Piştre jî dê Serokê Dadgeha Destûrê Zuhtu Arslan bo biryar dayînê rojekê diyar bike û endamên dadgehê bicivin. Roja dadgehê pêş hilbijartinan dibe yan piştî hilbijartinan, dê şanda dadgehê biryarê bide.

Ji bo HDP bê girtin divê ji 15 endamên dadgehê 10 dengên “erê” bidin. Heta niha bo piraniya biryarên derbarê HDPê de kêmtir ji 10 kesan deng dane.

HDPê di meha Adarê de bi armanca paşxistina rûniştina doza girtinê bo piştî hilbijartinên 14ê Gulanê serî li Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê dabû, lê 22ê Adarê daxwaza HDPê hatibû redkirin.

HDPê roja 6ê Nîsanê ragihand: “Roja parastina devkî ku Dadgeha Destûrê diyar kiriye, destwerdana di hilbijartinê serbest û dadmend de ye. Li hemberî vê helwêsta Dadgeha Destûrê em roja 11ê Nîsanê parastina devkî nakin.” HDPê ragihand, ku di dema propaganda û xebatên hilbijartinê de ne pêkan e, ku bikaribin parastina devkî bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst