1788 zarokên mexdûrên erdhejê radestî malbatên wan hatin kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê ragihand ku hezar û 915 zarokên mexdûrên erdhekê yên ku ji bin kavilên erdhejên 6ê sibatê hatibûn rizgarkirin û ti kesên wan nedihat naskirin ji wan hezar û 788 zarok radestî malbatên wan kirine.

Di daxuyaniya Wezaretê de hat destnîşankirin ku piştî erdhejên navendên wan Mereş bû, hezar û 915 zarokên ku ji bin kavilan hatin derxistin û ti kesên wan nedihat naskirin hatibûn tomarkirin.

Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê dibêje ku piştî piştrastkirina nasnameya kesên ku serlêdan kirin, hezar û 788 zarok bo malbatên wan hatin radestkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku hêj dermankirina  79 zarokan berdewam e. Herwiha 22 zarok jî hêj nasnameyên wan nehatine zanîn.