Sê kes ji malbata Ekrem Îmamoglu bi coronayê ketin

11-04-2021
RÛDAW
Nîşan Ekrem Îmamoglu Stenbol Corona
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevjîna Ekrem Îmamoglu Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, Dîlek Îmamoglu û du zarokên wan Beren û Mehmet Selîm Îmamoglu, bi vîrusa coronayê (Covid-19) ketin.

Medyayên Tirkiyê ragihandine, encama testa coronayê ya Dîlek Imamoglu û herdu zarokên Îmamoglu, Beren û Mehmet Selîm pozîtîv derketine.

Li gor zanyariyan, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û kurekî wî yê bi navê Semîh jî pişkinîna coronayê pêk anîne û encama pişkinînên wan negatîv bûye.

Hatiye ragihandin, ku rewşa tendirustiya hevjîna Îmamoglu û herdu zarokên wî yên ku bi coronayê ketine, baş e, lê ji ber nexweşketinê hevjîna wî Dîlek Îmamoglu nekariye beşdarî di merasima cenaze ya dayika xwe de li Trabzonê bike.

Di wan demên dawiyê de, rêjeya pêketin û mirina bi coronayê li Tirkiyê gelek zêde bûye. Wezareta Tendirustiya Tirkiyê îro ragihand, di 24 demjimêrên bihorî de 50 hezar û 678 pêketiyên nû yên vîrusa coronayê hatin tomarkirin û herwiha 237 kesan jî bi koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê heya niha 3 milyon û 849 hezar û 11 kes bi coronayê ketine û 33 hezar û 939 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 3 milyon û 331 hezar û 411 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst