Parlamenterekî Tirk ji ber cenazeyê gerîlayê PKKê lêborîn xwest

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê Serbixwe li Parlamentoya Tirkiyê Cihangir Îslam derbarê bi rêya kargoyê şandina cenazeyê gerîlayê PKKê Egîd Îpek de nerazîbûn nîşan da û got: “Ez weke mirov, hekîm û parlamenterekî lêborîna ji vê dayîkê dixwazim.”

Cenazeyê gerîlayê PKKê Egîd Îpek ku di operasyona leşkerî ya 23yê Gulana  2017an de li Girê Xelasor a Dersîmê jiyana xwe ji dest dabû, piştî 3 sal ji mallbatê re bi paketeke kargo ya PTTê  hat şandin û ev yek rastî bertekên hinek kes û aliyan hat.

Yek ji wan kesên nerazîbûn  nîşan daye parlamenterê serbixwe li Parlamentoya Tirkiyê Cihangir Îslam e, ku îro li civîna giştî ya parlamentoya wî welatî de behsa vê mijar kir.

Cihangir Îslam destnîşan kir ku pêwîst bû cenaze di bin çavdêriya Wezareta Tendirustî ya Tirkiyê de bo malbatê bihata şandin û wiha got: “Hûn ew mirov in ku rêzê ji cenazeyan digrin. Dema mirovek li vî welatî canê xwe ji dest dide, ti peywendiya wî bi ti dadgehekê û ti sistemek huquqî ya cîhanî re namîne. Ev êdî bo dadgeha herî bilind hate şandin. Ez weke mirov, hekîm û parlamenterekî lêborîna ji vê dayîkê dixwazim.”