Li ser Figen Yuksekdag biryara dawîn a dadgehê

Stenbol (Rûdaw) – Dadgehê bi hinceta “propagandaya rêxistina çekdar dike”, salek cezaya girtîgehê da Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Figen Yuksekdag.


Peyamnêrê Rûdawê Rawîn Stêrk ji Stenbolê ragihand, îro darizandina Hevseroka HDPê Figen Yuksekdag bi dawî bû û dadgehê biryara salek cezaya girtîgehê da.


Darizandina Figen Yuksekdag li Dadgeha 22yemîn Cezaya Giran a Stenbolê  birêve çû. Îro roja dawî ya darizandinê bû. Dadgeh bi tometa “propagandaya rêxistina çekdar dike” salek cezaya girtîgehê da.


Hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag, tevî 12 parlementerên din ên HDPê di şeva 4ê Mijdara 2016an ji aliyê hêzên ewlehiya Tirkiyê ve hatibûn girtin.