Li ser Figen Yuksekdag biryara dawîn a dadgehê

11-04-2017
RÛDAW
Dadgehê di derbarê Hevseroka HDPê Figen Yuksekdag de biryara dawîn da
Dadgehê di derbarê Hevseroka HDPê Figen Yuksekdag de biryara dawîn da
Nîşan HDP Figen Yuksekdag girtîgeh Stenbol dadgeh
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Dadgehê bi hinceta “propagandaya rêxistina çekdar dike”, salek cezaya girtîgehê da Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Figen Yuksekdag.


Peyamnêrê Rûdawê Rawîn Stêrk ji Stenbolê ragihand, îro darizandina Hevseroka HDPê Figen Yuksekdag bi dawî bû û dadgehê biryara salek cezaya girtîgehê da.


Darizandina Figen Yuksekdag li Dadgeha 22yemîn Cezaya Giran a Stenbolê  birêve çû. Îro roja dawî ya darizandinê bû. Dadgeh bi tometa “propagandaya rêxistina çekdar dike” salek cezaya girtîgehê da.


Hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag, tevî 12 parlementerên din ên HDPê di şeva 4ê Mijdara 2016an ji aliyê hêzên ewlehiya Tirkiyê ve hatibûn girtin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst