RIHA - Bi nêzîkbûna roja referandûma bangeşe zêde bûye

11-04-2017
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Bultena Referandumê Tirkiye Bangeşe
A+ A-

Riha (Rûdaw) – Bi nêzîkbûna roja referandûma Pergala Serokomarî ya Tirkiyê re bangeşeyên “erê û na”yê jî zêde bûne.

 

Bangeşe û kampanyayên ´Referandûm Pergala Serokomarî ya Tirkiyê´ her diçe germtir dibin.

 

Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê Partiya Dad û Geşedan (AK Partî) li benda rêjeyeke mezin a dengan e. Bi taybetî Şaredariya Riha ya AK Partiyê barê xebatên bangeşeya erê daye ser milên xwe.

 

Şaredarê AK Partiyê dibêje ku li Rihayê dengên erê ji sedan 70ê kêmtir dernayê. Berpirsên HDPê ku di hilbijartinên 7ê Hezîranê 2015an de rêjeya dengê xwe li Rihayê gellek zêde kiribû jî dibêjin ku hikûmet û dewlet bi girtin û bi gefa jikaravêtinan rê li ber xebatên wan ên bangeşeyê digire.

 

Yek ji wan bajarê Bakurê Kurdistanê yê ku dengên erê li pêş dixuye, bajarê Rihayê ye. Li vir Şaredariya Rihayê jî herî kêm bi qasî rêxistina AK Partiyê ya Bajêr di bangeşe û kampanyayên referandûmê de çalak û aktîf e.

 

Şaredarê Rihayê Nihat Çiftçî ji Rûdawê re wiha got: “Me nivîsîngehên erê vekirine. Em xebatên referandûmê dikin. Parlamenterên me wezîrên me şaredariyên me hemû bi hev re radibin û bi hev re dixebitin. Em her roj di nav milet de ne, em bi gel re dixebitin. Dengên erê li Rihayê ji sedan 70ê kêmtir dernakeve.”

 

Li Rihayê pêşengtiya bangeşeyên bereya na jî HDP dike. Lê belê berpirsên HDPê diyar dikin ku saziyên hikûmet û dewletê bi qedexe, binçavkirin û girtinan hewl didin rê li ber xebatên wan ên referandûmê bigirin.

 

Endamê Desteya Rêveber a HDPê Ziya Çalişkan jî wiha axivî: “Bi toma, akreb, panzer û wesayîtên zirxpoş pêşî li me digirin. Di dema xebatên me de jî hûn dibînin gellek binçavkirin û girtin hene. Kîjan xebatkarek me endamên me partiyiyên me dikevin nav xebatan wê rojê hema tên girtin. Digel vê zext û zorê jî em xebatên xwe bi pêş dixin. Gelê me jî pir bi başî li xebatên me dinêre û baş pêşwazî dike.”

 

Herdû hilbijartinên giştî yên berê derheqê nêrîna dengderên bajaran de dane û amareke baş e. Di hilbijartinên 7ê Hezîranê yên sala 2015an de Ak Partiyê bi rêjeya ji sedan 46ên dengan 7 parlamenter, HDP jî bi rêjeya ji sedan 38ên dengan 5 parlamenter derxistibû; lê di hilbijartinên 1ê Mijdarê de dengên AK Partiyê zêde bûbûn û yên HDPê daketibûn. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst