Rihayê ji civîna lijneya wezîran re mazûvanî kir

Riha (Rûdaw) - Bajarê Rihayê ku di heman demê de sînorê Rojavayê Kurdistanê ye, di dîroka xwe de cara yekemîn e ji civîna lijneya wezîran re mazûvanî kir.

Lê beriya civînê madalyaya Îstîqlalê ji Rihayê re hate dayîn.

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu pêşî madalya da û piştre jî welatiyên Rihayê ji ber madalyayê pîroz kir.

Ahmet Davutoglu wiha got: “Riha bajarekî şanaz e. Weke Xelîl û Rehman serbilind e. Bajarê pêxemberan Riha nehişt li ser vê axê dengê banga mela qut bibe. Wan bi xîret û têkoşîneke bêhempa ev bajar rizgar kir. Hûn vê madalyaya Îstiqlalê heq dikin. Serxêrê be.”

Xelkê Rihayê jî ji madalyaya Îstiqlalê kêfxweş e. Ew dibêjin Rihayê ev xelat heq kiriye.

Bajarê Rihayê ji ber ku di sala 1920an de nehiştibû Fransa axa wê dagir bike, di 1984an de jî pênaseya şanaziyê wergirtibû. Navê Rihayê piştre bi tirkî weke Şanliurfa hatibû guhertin.