Pisporan serdana Qralê Erebîstana Siûdiyê nirxandin

11-04-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Enqere (Rûdaw) -  Qralê Erebîstana Siûdiyê Selman Bîn Evdilezîz serdana Tirkiyê dike. Dê dê yek ji rojevên hevdîtinên Qral Selman ên digel û serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglû û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan rewşa Sûriyê û geşedanên li Rojavayê Kurdistanê be. Qral Selman dê beşdarî Civîna li Stenbolê ya Teşkîlata Hevkariyê ya Îslamî jî bibe.

Qralê Erebîstana Siûdiyê Selman Bîn Evdilezîz hate Tirkiyê. Qral Selman dê li Enqerê digel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokwezîrê Tirkiyêk Ahmet Davutogu jî bicive. Pispor dibêjin dê di hevdîtinan de mijarên sereke geşedanên li rojhilata navîn bin.

Pisporê SETAyê Can Acûn derbarê serdana Selman de jî Rûdawê re wiha got: “Di berîka qral Selman de gelek mijar hene. Ji van ya herî giring kêşeya Sûriyê ye. Tirkiye û Siûdî dikarin hîn piştgiriyeke çawa bidin opozîsyona Sûriyê. Eger ku dê çareseriyeke siyasî çêbe dê ew çawa bêyî Esad bê çêkirin. Dê van biaxivin. Herwiha em dizanin qral Selman dixwaze ku di navbera Misir û Tirkiyê de navbeynkariyê bike. Da ku ev kêşe biqede dê ew pêşniyaran li Tirkiyê bike. Herwiha wê mijarên aboriyê jî werin rojevê.”

 

Pispor dibêjin Erebîstana Siûdî û Tirkiye di gelek mijaran de xwediyê heman fikran in. Lê ew amaje pê dikin ku helwestên wan ên li hember kêşeya Kurd ne yek in.

Pisporê ORSAMê Oytun Orhan jî wiha got: “Em dikarin bêjin ku ti rolên çalak ên Erebîstana Siûdiyê li ser kêşeya kurd nînin. Lê demekê beriya niha hinek nûçe derketin û tê de digot wê Erebîstana Siûdiyê bi çavekî erênî li herêmên Kurd ên li Sûriyê binere. Lê Tirkiye him ji ber PKKê him jî ji ber xema yekitiya erdnigariya Sûriyê li dijî wê herêmê derdikeve. Di vê mijarê de nakokî hene di navbera wan de. Lê belê ji ber ku Erebîstana Siûdiyê ne aktorekî ewqas çalak e sê ev yeka li ser têkiliyên her du welatan bandoreke ewqas neyînî çêneke.”

Qral Selman dê roja çarşemê, piştî bidawîbûna bernameya xwe derbasî Stenbolê bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst