Erdogan: Bila Gever û Cizîr bibe parêzgeh!

11-04-2016
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got ku bila li şûna Êirnexê Cizîr  û li şûna Colemêrgê jî Gever bibe parêzgeh.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, di Navenda Kongreyê ya Halîçê de beşdarî Komcivîna Bajarên Hişmend û Veguherîna Bajariyî bû û gotarek pêşkêş kir.

Recep Tayyîp Erdogan derbarê îmarkirina bajarên a çarçoveya veguherîna bajariyî de wiha got: “Sûr a Amedê di wexta serokwezîriya min de xeyala min bû. Piştî hilbijartinên 2011an yekser min ji bo wê derê planek da amadekirin. Ji bo Dîjleyê jî min projek da çêkirin. Bi rastî her du gelek baş bûn.”

Erdogan anî ziman bila li şûna Êirnexê Cizîr  û li şûna Colemêrgê jî Gever bibe parêzgeh û wiha domand:

“Pêşniyarek min heye; û min got ku em cihê Colemêrgê biguherin. Bila parêzgehiya Colemêrgê bi Geverê re bê guhertin. Colemêrg bi şêweyê topografîk ji bajariyê re nebaş e. Ew der çawa kirine bajar, ez fahm nakim. Gever, cihekî gelek xweş e û ji aliyê topografiyê ve endamê bajariyê ye. Bingeha leşkerî jî li wê derê û me li wê derê balafirgehek jî çêkir.”

Tevî ku ew tiştan, karê qaçaxiyê herî zêde li wê herêmê ye. Him ji bo aramiya bajêr him jî ji bo astengkirina kar û barên qeçaxî Gever dê pêngaveke baş be.

Cihê duyem Cizîr e. Bêguman ji aliyê dîrokê ve Cizîr bajer e. Jixwe ne mafekî nûye ku bidest bixe. Divê ew mafa bê dayin û Cizîr dîsa bibe bajar.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst