Li Samsunê erd hejiya

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Samsunê ya Tirkiyeyê erd hejiya.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku navenda erdhejê Deryaya Reş e.

Li gorî AFADê, erdhejê demjimêr 03:10an rû daye û hêza wê 4,0 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 18,27 kîlometre bûye.

Xelk ji ber tirsa erdhejê ji malên xwe derket.

Parêzgarê Samsunê Orhan Tavli da zanîn ku heta niha ti xebera xerab nehatiye ji wan re.