Kiliçdaroglu li herêma erdhejê: Bê hêvî nebin em dê pirsgirêkan çareser bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Aliyên siyasî yên Tirkiyê, razîbûna xwe li ser roja hilbijartinan derdibirin. Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu yekser piştî diyarbûna roja hilbijartinê got, li ser xêrê be, pêwîstiya Tirkiyê bi vê yekê heye û pêwîstiya Tirkiyê bi guhertinê heye.

Berbijêrê Hevpeymaniya Milet Kiliçdaroglu, piştî misogerbûna berbijêriya xwe, berê xwe da herêma erdhejê û doh li parêzgeha Meletî bû, îro jî li navenda erdhejê li Mereşa Bakurê Kurdistanê ye û ligel zirarmendên erdheja 6ê Sibatê civiya, li pirsgirêkên xelkê guhdar kir. Berbijêrê Hevpeymaniya Milet ji xelkê re gotiye, pirsgirêk zêde û mezin in, lê bê hêvî nebin, ew dê di demeke kurt de çareser bikin.

Kiliçdaroglu li navçeya Nurhaqê pirsgirêkên xelkê guhdar kirin ku dibêjin ligel zêdeyî mehekê bi ser erdhejê re derbas bûye lê hê jî pêwîstiyên wan nehatine dabînkirin.

Serokê CHPê û Berbijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu got: “Bê hêvî nebin. Em dê bi hevre ji bo rojên xweş têbikoşin. Pirsgirêk zêde ne û mezin in. Lê divê ev yek me bê hêvî neke. Em dê hemû pirsgirêkên Tirkiyê di demeke kurt de çareser bikin. Tirkiyeke xweş em dê bi hevre ava bikin.”

Di heman dema serdana Kiliçdaroglu de li parêzgeha Meletî civînek li Navenda Kordinasyona AFADê hebû û Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî yek ji beşdaran bû.

Soylu piştî civînê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew li ser kar û xebata li herêmê berdewam in û spasiya welatiyan kir ku xelk ji kar û xebata heyî razî ne û bi sebrin.

 Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî got: “Razîbûna xelkê me karê me bihêztir dike. Em spasiya wan dikin. Me di civînê de rewşa herî dawî nirxand, girêdayî esnafan me biryarek da ku ji bo 10 hezar esnafên li herêmê dikanên demkî çêbikin. Li gor cihên bên diyarkirin û pêwîstiyan dê bên çêkirin. Di demeke kurt de em dê hemû bajarên xwe nû bikin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi awayekî fermî proseya hilbijartinan destpê kiriye û yek ji mijara sereke ku Hevpeymaniya Millet rexneyan li desthilata AKP û MHPê digre rewşa herêma erdhejê ye. Derengxistina rizgarkirina qurbaniyan û dabînnekirina pêwîstiyên xelkê rexneyên sereke yên opozîsyonê ne ku diyar e dê di proseya hilbijartinê de jî bi dengê bilind bên behskirin.