HUDA-PAR: Em dê piştevaniya Erdogan bikin

11-03-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê HUDA-PAR
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ragihand ku wan weke partî biryar dane ku di hilbijartinên Serokomariya Tirkiyê de piştevaniya berbijêrê Hevpeymanaiya Cumhur û Serokomarê Tirkiyê yê niha Recep Tayyip Erdogan bikin. Yapicioglu herwiha got ku derbarê hilbijartinên parlamentoyê de  jî hevdîtinên wan berdewam dikin

Civîna HUDA PAR ya ji bo eşkerekirina helwesta xwe ya di hilbijartinên Serokomariya Tirkiyê de ku biryar e 14ê Gulana îsal birêve biçe bidawî hat.

Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu piştî civîna Lijneya Îdareyê ya Giştî (GÎK) a ku ji bo diyarkirina nexşerêya partiya wî ya derbarê hilbijartina Serokomar û Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê de hat kirin daxuyaniyek da.

Yapicioglu bi bîr xist ku berê bi raya giştî re parve kiribên ku dê di hilbijartinê de berbijêrê serokomariyê dernexînin û biryara partiya xwe ya li ser Hevpeymaniya Gel eşkere kir û got: “"Me gotibû ku em dê pêngavên ku di vê mijarê de biavêjin, helwesta xwe piştî ku dîroka hilbijartinê teqez bû û berbijêr hatin diyarkirin eşkere bikin. Me di civîna Dîwana Serokatiyê de li gor îstişareyên ku me berê bi lijneyên xwe yên rayedar, teşkîlatên bajêr û navçeyan re kir de me biryar da ku di hilbijartina Serokomariyê de em piştevaniya berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bikin. Derbarê hilbijartinên parlamentoyê de jî hevdîtinên me berdewam dikin."

Yapicioglu li ser pirsekê destnîşan kir ku ew hêj bi temamî tevlî Hevpeymaniya Cumhur nebûne û di vê mijarê de hêj danûstandinên wan berdewam in û ji AK Partiyê heyetek dê serdana Navenda Giştî ya HUDA PARê ya Enqerê bike û hevdîtinek pêk were.

Serokê Giştî yê HUDA PARê dibêje: “Daxwazeke der barê bi hev re beşdarî hilbijartinên parlamentoyê bibin heye û em vê daxwazê dinirxînin. Hêj em negihaştin encamekî ka dê ev çawa be. Di asta serokên giştî de hevdîtin hene û ev dewam dikin. Serê vê hefteyê Cîgirê Serokê Giştî û yê AK Partiyê û Alîkarê Serokê Giştî yê Ji Karên Hilbijartinê Berpirsyar dê navenda me ya giştî ziyaret bikin. Hevdîtinên me didomin. Eger tiştek diyar bibe em dê bi raya giştî re parve bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst