Bahçelî: Eger HDP bixwaze berbijêrê xwe derbixe bila Serokê Dadgeha Destûrê bike berbijêr

11-03-2023
RÛDAW
Nîşan Devlet Bahçelî HDP Dadgeha Destûra Bingehîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Tevgera Netewperest a Tirkiyê (MHP) Develet Bahçelî nerazîbûn nîşanî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê ya derbarê HDPê de da û got "Biryara Dadegaha Destûrê ya derbarê HDPê de şaşiyeke bê veger e. Dadgeha Destûrê beşdarbûna HDPê ya hilbijartinan asantir kiriye û bi biryara xwe aliyê xwe eşkere kiriye."

Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê di çend rojên borî de biryara astengkirina hesabên bankî yên HDPê bo alîkariyên xezîneyê rakir û herwiha parastina HDPê ya di çarçoveya doza girtinê de bo 11ê Nîsanê paşxist. Ev biyara dadgeha navborî ji aliyê Serokê MHPê ve bû sedema nerazîbûnê.

Dewelet Bahçelî roja Şemiyê 11ê Adara 2023an biryara dadgeha navborî ya derbarê HDPê de wek biryarek şaş û bê veger bi nav kir û got: “Biryara ku Dadgeha Destûrê daye dê wek skandaleke hiquqê bê bibîr anîn.” Bahçelî îddîa kir ku dadgeha destûrê ne dadgeha Milletê Tirk e û got: "Eger em bûn desthilat em dê bo cara yekem yasayeke nû derxînin û ji berpirsên niha yên vê dadgehê rizgar bibin.”

Serokê MHPê ameje bi wê yekê jî da ku Dadgeha Destûrê bi biryara xwe ya derbarê HDPê de aliyê xwe eşkere kiriye û got "Dadgeha Destûrê qaseya xezîneyê bo HDPê vekiriye û beşdarbûna wê ya hilbijartinan asantir kiriye. Eger HDP bixwaze berbijêrê xwe bo serokkomariyê derbixe, ew taybetmendî li ba Serokê Dadgeha Destûrê hene ku bike berbijêr.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst